Li Efrînê bombeyeke çandî teqiya: 4 welatiyan canê xwe jidest dan
Rojnamevan Mihemed Bilo ji K24ê re ragihand, dema gundiyên Celemê li nava zeviyên xwe zeytûn berhev dikirin, bombeya çandî teqiya, jinek bi navê Leman Qadir (45 salî) ligel her du kurên xwe Ebdilqadir û Cuma Seydo û Xelîl Şêxo canê xwe jidest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Gundê Celemê ku hevsînorê gundên parêzgeha Idlibê ye û di destê Eniya El-Nusrayê de bû, li gor welatiyên navçeya Cindirêsê dibêjin, eger heye wê grûpê bombe li nava zeviyên gundiyan çandibin.
K24
