• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Sêrtê di navbra PKK û artêşa Tirkiyê de pevçûn derket

Gulan Media November 18, 2017 Nûçe
Li Sêrtê di navbra PKK û artêşa Tirkiyê de pevçûn derket
Parêzgariya Sêrtê ragihand ku di şerê navbera gerîlayên PKKê û hêzên ewlehiya Tirkiyê de yek jê jin 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Parêzgariya Sêrtê di daxuyanyekê de ragihand, du êvarî li çoltera gundê Ormanardiyê ya Sêrtê gerîlayên PKKê, êrişî hêzên artêşê kirine û artêşê jî bersiv daye û şerekî giran di navbera wan de derketiye.

Parêzgariya Sêrtê ty amaje bi kuştî yan birîndarbûna hêzên Tirkiyê nekiriye, lê dibêje, 3 gerîlayan di wî şerî de jiyana xwe jidest dane.

Herwiha artêşa Tirkiyê ragihand ku li çiyayê Besta yê Şirnexê jî di encama operasyonekê de du fermandarên PKKê yên ku ji bo kuştina wan xelat hatibûn diyarkirin, jiyana xwe jidest dane.

Hêjayê gotinê ye ji aliyê PKKê ve derbarê vê bûyerê de heta niha daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Rudaw
Top