• Thursday, 19 February 2026
logo

Hemwelatiyek li Kirmaşanê: Sipaha Pasdaran dest datîne ser alîkariyên xelkê!

Gulan Media November 18, 2017 Nûçe
Hemwelatiyek li Kirmaşanê: Sipaha Pasdaran dest datîne ser alîkariyên xelkê!
Li gor gotinên çavkaniyek baweriyê ya li bajarê Şahabad a ser bi parêzgeha Kirmaşanê hêzên ewlehiya hikûmetê êrîş kirin ser helmeta dabeşkirina alîkariyên xelkê.

Heman çavkaniya ku nexwast navê wî bê aşkera bibe ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hêzên sipaha pasdaran rijyane nav ofîsa karê helmetên xwebexş a li Şahabadê û xwestine dest daynin ser tişt û alîkariyên hatine komkirin û gotine emê baştir dabeş bikin û navçe ne bi ewleye.’’

Herwaha got: ‘’Ev reftarên hêzên ewlehiyê di demekê de ye ku moleta fermî ya qaymeqamê Şahabadê hatiye dayîn û di wan ofîsan de tişt tên komkirin û bo wan cîha tê rêkirin ku pêwîstiya wan bi alîkariyê ye.’’

Heman çavkaniyê ji BasNewsê re got, sedemê wî helwêstê sipaha pasdaran ew e ku: ‘’Ji be xelk baweriya xwe bi hêzên ewlehiyê û saziyên hikûmetê nayne, herwaha li hemû bajaran heyva sor û sipaha pasdaran li gel helmetên xelkê û xwebexşan çadir vedane ku ew jî alîkarî kombikin, lê xelk baweriya xwe bi wan nayne û ji ber vê jî ti kes ti tiştekî radestî wan nake. Ev yek jî ji bo wan pir giran e.’’

Herwaha li gor girte videoyeke ku hemwelatiyek xelkê Qesrî Şirîn girtiye û di torên civakî de belav bûye û dibêje: ‘’Tişta ku hûn dibînin berpirsê heyva sor e li Qesrî Şirîn, li berçavê xelkê û fermandarê sipaha pasdaran a Qesrî Şirîn tişt û alîkariyên xelkê didizin û ji vê jî şerm nakin.’’

Basnews
Top