KERKÛK - Piştî 16ê Cotmehê yekemîn pêngava encumena parêzgehê
Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, roja Sêşemî 21ê Mijdarê Encumena Parêzgeha Kerkûkê dê civîna xwe ya asayî saz bike.
Rêbwar Talebanî got, di vê civînê de rewşa li sînorê parêzgeha Kerkûkê û hilbijartina parêzgarekî nû dê were nirxandin û gotûbêj li ser bihê kirin.
Tevî biryardana li ser sazkirina civîna encumenê, lê belê cihê civînê nehatiye diyarkirin.
Piştî 16ê Cotmeha 2017ê ku Kerkûk û çend navçeyên din ên Kurdistanî di êrişeke berfireh de ketin destê hêzên Iraqê, heta niha civîna encumena wê parêzgehê nehatiye sazkirin.
Herwiha piştî 16ê Cotmehê serok û beşek ji endamên Encumena Parêzgeha Kerkûkê, ji ber rewşa xirab a ewlehiyê û dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê hêzên iraqî ve, Kerkûk terikandine û li Hewlêrê dimînin.
Rudaw
