• Thursday, 19 February 2026
logo

Erdogan: Divê YPG ji Efrînê vekişe

Gulan Media November 17, 2017 Nûçe
Erdogan: Divê YPG ji Efrînê vekişe
Serokomarê Tirkiyê dibêje, pêwîst e Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê vekişe.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di konferanseke rojnamevanî de ragihand, pêwîst e YPGê ji Efrînê yê dekeve, aliyên ku DAIŞê çê kirine, ew heman alî ne, YPG jî çê kirine û pêwendî di navbera DAIŞ û YPGê de heye.

Erdogan li navenda partiya xwe di Civîna Berfirehkirî ya Serokên Bajêran de axivî û rexne li Amerîkayê girt û got, Amerîka sozên xwe bicih neaniye, nabe jî heman tişt li Efrînê dubare bibe.

Derbarê civîna di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de ya ku biryar e li Sochi lidar bikve got, armanca sereke ji wê civînê pirsa Idlibê ye û got: “Em dixwazin agirbesteke dirêj li deverên kêmkirina şer hebe.”

Rudaw
Top