Li Yewnanîstanê di karesata lehîyê de 14 kesan jiyana xwe ji dest da!
Hat ragehandin li herêmên Mandra, Nea Peramos û Mangara ku 27 kîlometreyan di rojavayê Atînayê de ne, cihên ku herî zêde ji karesata lehiyê bandor bûne ew derin.
Serokê şaredariya Mandra Yianna Krikouki di televezyona dewletê ERT re axivî û diyar kir,” Me hertişt ji dest da. Karesat pir mezine”.
Herwaha hat diyar kirin herîkêm 10 kes birîndar bûne û rakirine nexwaşxaneyê û kesên windane ku agahî ji wan nedihatin girtin jî hatin dîtin.
Serokê Yewnanîstan Alexis Çipras jî sersaxî xwast. Barîna zêde li hindek cihên Yewnanîstanê de hefteyeke berdewam dike.
Basnews
