Encûmena parêzgeha Kerkûkê nameyekê rastî 5 aliyên Kurdistanê dike
Serokê encûmenî parêzgeha Kerkûkê û 13 endamên lîsta Biratî ku li bajarên Herêma Kurdistanê dimînin û ji dema bûyerên 16ê Cotmeha derbas bûyî ve venegeriyane Kerkûkê, nameyek rastî polîtbîroyên her pênc partiyên Kurdistanî kirin û çend merc li ber destê wan danîn ji bo ew vegerin bajarê Kerkûkê û dest bi civînan bikin ji bo destnîşankirina parêzgarekî nû ji bo wê parêzgehê ku ew yek ji pişka Kurda ye.
