Amarên dawîn ên erdhejê: Hejmare qurbaniyan her diçe zêde dibe
Demijêr 09.00 şeva 12-11-2017ê, li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê û Helebceya Başûrê Kurdistanê erdhejeke bi hêz çêbû.
Navenda Geofîzîk a Îranê ragihand, navenda erdhejê li bajarokê Ezgel a ser bi parêzgeha Kirmaşanê bûye û bihêziya erdheja yekem 7.6 rîxter bûye. Herwiha Navenda Keşnasî û Erdhejzanînê yê Herêma Kurdistanê jî ragihand, ku dijwariya erdheja li Derbendîxana Helebceyê jî 7.2 rîxter bûye.
Li gorî amarên dawîn li navçeya Serpêla Zehaw 316 kes, li navçeya Qesrê Şîrîn 28 kes, libajarê Kirmaşanê 25 kes, li Îslamavaya Rojava 22 kes, li Selas û Bawecanî 15 kes, li Krênd 14 kes û li ciwanro jî 3 kesan canê xwe ji dest dane.
Lê belê tê gotin, ku gelek kesan jî bêyî ku navê miriyên xwe tomar bikin, ew veşartine. Lewma tê payîn hejmara miriyan zêdetir be.
Wezîrê Navxwe yê Îranê Ebdulreza Rehmanî Fezlî ragihand, ji ber erdhejê hezar û 900 gund û 7 bajarên parêzgeha Kirmaşanê zirar û ziyan dîtine. Herwiha da zanîn, ku pêwîstiya hemwelatiyan bi ava vexwarinê, xwarin û çadiran heye.
Parlamenterê Kirmaşanê Ehmed Seferî jî ragihand, ku pêwîstiya xelkê Kirmaşanê bi cihê nîştecîbûnê û bi pêdiviyên germkirinê heye û daxwaza alîkariya bilez kir.
Cîgirê Saziya Bînesazî ya Îranê Ezîzullah Mehdiyanî dibêje: “Di encama erdhejê de li Kirmaşanê 12 hezar xanî bi temamî hilweşiyane. Hinek gund bi tevahî wêran bûne. Pêwîstiya 15 hezar xaniyan jî bi nûjenkirinê heye. Me ji hikûmetê xwest ji bo nûjenkirina van xaniyan zêdetir bûdceyê dabîn bike.”
Ji ber erdhejê li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê şîn hate ragihandin.
Herwiha xelkê Rojhilatê Kurdistanê jî ji bo alîkariya hemwelatiyên Kirmaşanê seferber bûne. Şeva derbasbûyî hemû firinên bajarê Kamyaran û gundên vî bajarî bi awayeke xwebexşî ji bo kesên ziyanpêkeftî nan pehtine.
Erdhejê ziyan gihandiye parêzgehên Îlam û Sineyê jî. Li gorî rapora Rêveberiya Kontrolkirina Qeyranan a parêzgeha Sineyê, li bajêr 312 xanî, li gundan hezar û 216 xanî, herwiha 20 dibistan 79 govan jî ziyan dîtiye.
Ji aliyê din ve, Navenda Tomarkirina Erdhejên Jeofîzîkî ya Zankoya Tehranê, şeva derbasbûyî jî li navçeyên Serpêlê Zehaw û Qesrê Şîrîn du erdhejên bi hêze 3.9 û 4.1 pileyên rîxterê çêbûne.
Rudaw
