• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî peyameke hevxemiyê pêşkêş kir

Gulan Media November 13, 2017 Nûçe
Serok Barzanî peyameke hevxemiyê pêşkêş kir
Serok Barzanî jiber erdheja dohê bişev peyameke hevxemî pêşkêş kir.

Serok Barzanî jiber erdheja dohê bişev yaku parêzgeha Kirmaşan li Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Helebceyê ya li Başûrê Kurdistanê hejandibû, peyameke hevxemiyê pêşkêş kir û hevsozî û hevxemiya xwe bo kesûkarên qurbaniyan û ziyan berketiyên erdhejê diyar kir.

Ev tekesta peyama Serok Barzaniye;

Binavê xwedê mezin

Mixabin şeva derbasbûyî di encama erdhejek li parêzgehên Helebce û Kirmaşanê û devera Qesirê Şîrîn û Serpola Zehab bi sedan welatî canê xwe ji dest dan û hezaran welatiyên din jî birîndar bûn.

Bi vê minasebeta han ya xembar, sersaqiyên xwe pêşkêşî kesûkarên qurbaniyan û xelkê deverên ziyanlberketî dikim û hêvî dikim welatiyên birîndar jî bilez baş bibin, di vê karesata han de xwe bi hevparê xemê xelkê ziyan dîtî yê her du parêzgehên Helebce û Kirmaşanê dizamin.

Mesûd Barzanî

13.11.2017

Top