• Thursday, 19 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Me têbîniyên xwe li ser budceyê radestî Ebadî kiriye

Gulan Media November 13, 2017 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Me têbîniyên xwe li ser budceyê radestî Ebadî kiriye
Di kongirekî rojnamevanî de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand: "Me têbîniyên xwe li ser pirojeyasaya budceya sala 2018an ya Iraqê, ji bo serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî şandiye."

Nêçîrvan Barzanî got: "Me tekezî li ser pişka Herêma Kurdistanê kir, ku berê bi riya lihevkirina di navbera hemû aliyan de, bi rêjeya 17% ji budceya Iraqê hatibû destnîşankirin, lê heya niha me bersiv wernegirtiye."

Herweha Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku heya radeyekê kêşe di şandina derman de ji bo Herêma Kurdistanê derketine, û got: "Wek Herêma Kurdistanê, em dibînin ku diyalog li ser bingeha destûra Iraqê wê kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de care bike."

Derbarê yasaya budceyê jî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê got jî: "Ev xirabtirîn reşnivîsa pirojeyasaya budceya Iraqê ye, ew nîşan û destewajeyên di nav wê pirojeyasayê de hatine bikaranîn, ji bo helweşandina pergala siyasî ya Herêma Kurdistanê ye."

K24
Top