• Thursday, 19 February 2026
logo

Berdevkê Ebadî:Li gor destûrê herêma Kurdistanê herêmeke serbixwe ye

Gulan Media November 13, 2017 Nûçe
Berdevkê Ebadî:Li gor destûrê herêma Kurdistanê herêmeke serbixwe ye
Berdevê nivîsingeha Ebadî îro Yekşemê 12.11.2017 di daxuyaniyekê derbarê bûdceya giştî ya Iraqê bo sala 2018 red kir wan amaje bi navê parêzgehên bakurê Iraqê kiribe û got ku, hikumeta Iraqê pabende bi wê yekê ku, herêma Kurdistanê herêmeke serbixwe ye.

Berdevkê nivîsingiha serokwezîrê Iraqê Seid Hedîsî ragehand ku, madeya 143 ya destûra Iraqê dûpatî li ser wê yekê dike ku, parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihok bi hev re herêmeke serbixwe ye.

Herwiha di daxuyaniya berdevkê nivîsingeha ebadî de hat jî ku, destûra Iraqê meciya hemû pêkhateya ye û hikumet pabende bi destûrê ji ber wê yekê jî hemû medeyên wê cîbecîdike.

Li gor reşnivîsa projeyasaya bûdceya giştî ya Iraqê bo sala 2018 pişka herêma Kurdistanê ji %17 heta %12.67 kêm bû.

Li gor wê reşnivîsa ku, ji aliyê parlamentoya Iraqê belav bûye bûdeceya giştî ya sala 2018 dike 108 tirilyon û 113 milyon dînarê wate nêzîkî 91 milyon dolar.

Basnews
Top