• Thursday, 19 February 2026
logo

Heşda Şeibî: Vegera hêzên kurdî bo Kerkûkê di destê Ebadî de ye

Gulan Media November 13, 2017 Nûçe
Heşda Şeibî: Vegera hêzên kurdî bo Kerkûkê di destê Ebadî de ye
Berpirsekî pilebilindê Heşda Şeibî ragihand, vegera hêzên Herêma Kurdistanê ya ji bo Kerkûk û navçeyên din ên nakok, bi biryara Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî ve girêdayî ye.

Serkirdeyê pilebilindê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî ji Rûdawê re got: “Heşda Şeibî li Kerkûkê nemaye. Lê li derdora bajêr hatine bicîhkirin. Di nava tax û kolanên Kerkûkê de eger hinek bi navê Heşda Şeibî bigerin ew ne Heşd in.”

Kerîm Nûrî derbarê vegera hêzên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê bo Kerkûk û navçeyên kurdistanî jî diyar kir: “Vegera wan hêzan bi biryara Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê û bi karekî destûrî dide. Serkirde xwedanê biryara dawîn in û Heşda Şeibî jî pabendê wan biryaran e.”

Di 16ê Cotmehê de hêzên pêşmerge û asayîşa Herêma Kurdistanê, piştî êrîşa hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ji bajarê Kerkûkê û navçeyênb nakok vekişiyan.

Berpirsê Melbenda YNKê li Kerkûkê Aso Mamend jî dibêje, hêzên asayîşa YNKê hewl dane vegerin Kerkûkê lê ji ber guvaş û xwepêşandana ereb û tirkmenan vegera xwe paşxistine.

PDK jî eşkere dike, ku heta çekdarên Heşda Şeibî li Kerkûkê bin ew hêzên xwe naşînin bajêr.

Rudaw
Top