Silêmaniyê û Raperîn..Bi sedema erdhejê nêzîkî 70 kesan birîndar bûn
Berdevkê polîsên bajar û bajarokên parêzgeha Silêmaniyê Îqbal Mihemed ji BasNewsê re ragehad ku, bi sedema erdheja îşev li Derbendîxan 50 kes birîndar bûn, got jî ku, birîndar birîna wan sivike.
Li gor zanyariyên BasNewsê ku, ji tendirûstiya Raperîn wergirtibû li sînorê bajarê Ranyayê jî 7 kes birîndar bûn.
Ji aliyê xwe ve cîgirê nexweşxaneya Qeledizî Osman Mihemed ji BasNewsê re ragehand ku, tîmên tendirûsitê di rewşa amadebaşiyê de ne bo kontirolkirina her bûyerekê.
Basnews
