• Thursday, 19 February 2026
logo

Ebadî: Ez pabend im bi mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê

Gulan Media November 12, 2017 Nûçe
Ebadî: Ez pabend im bi mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku ji bo gotûbêjkirina li gel Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi navbeynkaran tine ye û tekezî li wê yekê kir, ku dê pabendî sînorê 2003an bibin. Ebadî herwiha got: “Min soza daye ku emê mûçeyên Herêm bidin dema ku petrol bi temamî were radestkirin.”

Heyder Ebadî piştî çend civînan li Kerbela konferanseke rojnamevaniyê pêk anî û diyar kir, ku ji bo gotûbêja li gel Herêma Kurdistanê pêwîstî bi navbeynkaran tine ye û got: “Herêm û Kurdên li Herêma Kurdistanê xort û welatiyên me ne. Welatiyên pileya yek in, ne pileya duyem. Em weke hemû Iraqê li gel wan serederî dikin.”

Ebadî aşkere kir, ku ew carinan ji bo Herêma Kurdistanê navê "parêzgehên bakur" tîne ziman û got: “Ev mijareke erdnîgarî ye, li hemû welatan navîn, rojhilat, rojava, bakur û başûr hene, me li ser Herêmê di derbarê wê têgehê de binpêkirina destûrê nekiriye. Ez him Herêm dibêjim, him jî dibêjim Herêma Kurdistanê, herwiha dibêjim parêzgehên bakur û him jî dibêjim parêzgehên Herêmê.”

Li ser dana mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê Heyder Ebadî destnîşan kir: “Min gotina xwe gotiye û soza xwe daye ku emê mûçeyên Herêm bidin, dema ku petrol bi temamî were radestkirin. Heta niha petrol bi temamî nehatiye radestkirin, xeta boriya stratejîk a petrol Kerkûkê ya ber bi Tirkiyê têk çûye û wêran bûye. Me daxwaz kiriye ku temamê sînor û xetên sînorê Herêma Kurdistanê kontrol bikin, li gel hemû welatan bi Tirkiye û Îranê ve, ev daxwazeke destûrî ye.”

Di derbarê pêkanîna serjimêriya Herêma Kurdistanê û Iraqê de Ebadî ragihand: “Emê ji bo hemû welatiyan pêvajoya amar û serjimêriyê encam bidin.” Herwiha got: “Em ji hemû rayedarên Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku alîkariya me bikin da ku mûçe bigihîje destê karmendan û xizmetguzarî bigihîjin hemû welatiyên li Herêm û parêzgehên bakur û bi piştevaniya Xweda hemû parêzgehên Iraqê.”

rudaw
Top