• Thursday, 19 February 2026
logo

Helîkoptera artêşa Iraqê kete xwarê

Gulan Media November 12, 2017 Nûçe
Helîkoptera artêşa Iraqê kete xwarê
Helîkopterêkî artêşa Iraqê li rojhilatê bajarê Kut a parêzgeha Waseta Iraqê kete xarê û 2 fermandar û leşkerekî canê xwe ji dest dan.

Li gorî zanyariyên ku Serokê Lîjneya Ewlekarî ya Parêzgeha Waset Sabih Celîbawî belav kirin, helîkopterekî artêşa Iraqê, ku 2 efser û leşkerek têde bûne, ketiye xwarê û kesên di helîkopterê de bûne mirine.

Sahib Celîbawî ji Someriye Newsê re ragihand, helicopter li navçeya Şiwêce ya rojhilatê bajarê Kutê ketiye lê derbarê sedema vê bûyerê de ti zanyariyênd in neda.

Hêjayê gotinê ye, ku roja 16ê Sibata 2016ê jî li nêzîkî heman bajarî helîkopterekî M17 a artêşa Iraqê ketibû û di encamê de 2 pîlot û 7 efseran canê xwe ji dest dabûn.

Rudaw
Top