• Thursday, 19 February 2026
logo

Galip Ensarîoglu: Tekiliyên Tirkiye yê û Herêmê yên giring hene, di vê em pirsgirêka bi gotûbêjê çareser bikin

Gulan Media November 12, 2017 Nûçe
Galip Ensarîoglu: Tekiliyên Tirkiye yê û Herêmê yên giring hene, di vê em pirsgirêka bi gotûbêjê çareser bikin
Parlementerê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP)ê yê Amedê Galip Ensarîoglu pirsên waarê yen lı ser benda hilbijartinên Tirkîye û tekilîyen Tırkîye û herêma Kurdistanê bersivand. Ensarîoglu li ser pirsa benda ya sedê 10ê a hilbijartinan wiha got: “Bi salane ev benda hilbijartinê hat nikaşkirin. Weke tê zanindi salên 80 yan de bend heta sedî 30ê hebû. Niha 2 tiştên giring hene di temsiliyetê de edalet û di revebirinê de istikrar. Carna em ji bo istikrara di rêvebirinê de edaleta di temsiliyetê ixmal dikin. Bi salan Tirkiye yê ji koalisyona gelek kişand. Demê hukumetên xurt te Tirkiyê him ji aliyê demokratîk û him jî ji aliyê aborî ve pêşve çu. Ji ber vê jî heta niha benda sedi 10 pirsgirêk derdixist.Tirkiye yê niha bi referandumê sistemeke nu avakir. Ji bo hilbijartinên serokkomarîyê wê 2019 biçe ser sindoqê. Di vî demî de emê va ya hemuyan gotûbêj bikin.

Galip Ensarîoglu li ser tekiliyên herêma Kurdistanê û Tirkiye yê yên piştî referandumê jî got: “Tekiliyên Tirkiye yê û Herêmê yên giring hene. binyata dirokî ya van têkiliyan heye. Em welatîyên heman erdnigarîyê ne. Diroka me ya hevpar, paşeroja me ya hevpar heye û em bi hevre jiyayine. Emê pêşerojê jî bi hevre avabikin. Belê jiber referandumê pirsgirêk derketin belê divê em vana kurtir nekin. Em nikarin ji hev biketin. Tekiliyên Tirkiyeyê yên herî baş bi Herêma Kurdistanê re bûn. Di vê em pirsgirêka bi gotûbêjê çareser bikin. Pêşeroja Tirkiye yê û ya herêmê jî li ser çareserkirina pirsgirêkane.”

Waar.tv
Top