• Thursday, 19 February 2026
logo

Biryara destgîrkirina Osman Baydemîr hat dayîn

Gulan Media November 10, 2017 Nûçe
Biryara destgîrkirina Osman Baydemîr hat dayîn
Ji bo Parlamenterê HDP Osman Baydemîr, biryara destgîrkirinê hat dayîn.

Doza Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan, li Dadgeha Cezaya Giran ya Rihayê de bi tometa, "bangeşeya PKK" berdewam kir.

Baydemîr beşdarî rûniştina dadgehê nebû û dadgehê bi armanca wergirtina îfadeya wî, biryara destgîrkirinê da. Doz heta 1'ê Adara 2018'ê hat paşxistin.

Derbarê Baydemîr de, ji ber axaftina wî ya Newroza navçeya Bîlecîkê, derbarê Ocalan de jî, jiber beşdariya merasîma veşartinê doz hatibû vekirin.

K24
Top