Heşda Şabî êrîşkir, xwebexşan bersîv dan
Ligor zanyariyên Kurdistan24, duhî êvarê çekdarên Heşda Şabî teqe li xelkê taxa Şurîce, ku taxek Kurdan a Kerkûkê ye kirin û çekên giran jî bikar anîn. Herweha dest bi helmeteke girtinê jî li wê taxê pêkanîn û hejmarek ciwanên Kurd girtin.
Ligor zanyariyan hejmarek xwebexşên Kurd, bersiva çekdarên Heşda Şabî dan û otombêleke wan ji corê Hamfî şewitandin.
K24
