• Thursday, 19 February 2026
logo

Hewla vegerandina asayîşa YNKê ji bo Kerkûkê bi ser neket

Gulan Media November 9, 2017 Nûçe
Hewla vegerandina asayîşa YNKê ji bo Kerkûkê bi ser neket
Hewla vegerandina hêzên asayîşa Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bo Kerkûkê bi ser neket.

Milîsên Heşda Şeibî û hêzên iraqî 16ê cotmeha 2017ê bi piştevaniya Supaya Pasdaran a îranî bi çekên giran êrişî Kerkûkê kirin û bajêr kontrol kirin û hêzên asayîşa bi ser YNKê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve ji bajêr derketin.

Li Kerkûkê niha ji bilî Heşda Şeibî û polîsên federal ti hêzeke din a ewlehiyê nîne û piraniya karmendên kurd ên asayîşê bajar terikandine.

Koçberê xelkê Kerkûkê Luqman Selman derbarê rewşa Kerkûkê de wiha got: “Li Kerkûkê ji ber ku ti hêzekê serast nîne, rewşa ewlehiyê jî nîne. Her gav bi ser malên sivîlan de digirin. Lêgerînê dikin, gefan dixwin…”

Li bajêr hejmareke ereb û tirkmen li hemberî hêzên asayîşê xwepêşandan saz kiribûn.

Berpirsê Melbenda YNKê li Kerkûkê dibêje ereb û tirkmenan li Kerkûkê dijî vegeriyana hêzên asayîşa YNKê xwepêşandan lidar xistin û divê kurdan jî helwstek hebe.

Berpirsyarê Melbenda YNK li Kerkûkê Aso Mamend got: “Ji bo vegerandina beşeke hêzên asayîşê bo hinek herêman berdewam e. Lê heta niha ti rêkeftin nehatiye encamdan. Xwepêşandanên ereb û tirkmenan li Kerkûkê ya li dijî vegeriyana hêzên asayîşê zext li berpirsên Kerkûkê û Bexdayê çêkiriye. Yek sedem jî ev e ku hêj hêzên asayîşê venegerane Kerkûkê.”

Aso Mamend herwiha ragihand eger ew bi gotina hin kesên tikrkmen û ereb bikin divê kurd bajar ji wan re vala bikin ji ber wê niha dem hatiye PDK vegere Kerkûkê û daxwaza bargehên xwe bike ku hatine dagîrkirin.

Aso Mamend tekez dike kes nikare rê li ber PDK bigre ku vegere Kerkûkê û her kesê ku wî karî bike ew qebul nakin.

Ji aliyê din ve Berpirsê Konseya Serokatiya PDKê ya li Kerkûkê Selah Delo diyar kir ku ti planên wan nîne hêzên asayişa PDKê dîsa vegerînin bajêr.

Rudaw
Top