• Thursday, 19 February 2026
logo

Parlamenterê YNKê: Xortên Kurdên Kerkûkê gelek aciz in

Gulan Media November 9, 2017 Nûçe
Parlamenterê YNKê: Xortên Kurdên Kerkûkê gelek aciz in
Parlementerê Fraksyona Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li parlementoya Iraqê Mihemed Osman got, xortên Kurd ên li Kerkûkê gelek aciz in û lê wan weke YNKê daxwaz ji wan kiriye bêhna xwe fireh bikin.

Parlementerê Fraksyona YNKê yê li parlementoya Iraqê Mihemed Osman bi girtevîdeoyekê peyamek da xelkê Kurdistan taybetî xelkê Kerkûkê û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî.

Bi gotina Mihemed Osman roja çarşemê şandeke pilebilind a leşkerî ya iraqî çû bajarê Kerkûkê û derbarê rewşa bajêr de civînek pêk aniye û nûnerên pêkhateyan ereb û tirkmen jî tevlî wê civînê bûne, lê aliyê kurd ji wê civînê nehatine agahdarkirin.

Piştî birêveçûna civîna ewlerkaiya Kerkûkê ya navborî, Parlementarekî YNKê dibêje, Ew naverok û encamên wê civînê red dikin, ji ber ku pirs bi hemû pêkhateyên Kerkûkê ne hatiyekirin.

Osman amaje bi wê yekê kirk u li Kerkûkê li ser navê hemû aliyan nabe tenê yek alî biryarê li ser rewşê bide û dibêjî pêwîst e hemû alî bi hev re li ser rewşa bajêr biryarê bidin.

Derbarê xortên Kurd ên li Kerkûk de jî parlementerê YNKê dibêje xortên Kurd li Kerkûkê gelek aciz in, lê YNKê daxwaz ji wan kiriye bêhna xwe fereh bikin, lê eger berpirsyarên Bexda bi vî awayî serederya xwe Kerkûkê bi taybet Kurdan re berdewam bikin dê pirsgirêkên mezin derkevin.

Mihemed Osman daxwaze ji Heyder Ebadî dike ku madeya 140 ya derbarê herêmên Kurdistanî de were bicîkirin û dibêje: “Heger destûra bingehîn neyê sepandin em hemû bi hev re dê tûşî pirsgirêkan bên.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Osman got: “Em hêvî dikin ku Ebadî vê peyamê fêm bike û ji bo sepandina destûra bingehîn hewl bide. Rewşa niha xelk jî qebûl nake.”

Rudaw
Top