Mesrûr Barzanî: Lazime Bexda diyaloga bêmerc li ser esasê destûrê qebûl bike
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî û Kinto Len behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Norwêcê û herwiha pêşhatên dawî yên li deverê bi giştî û bi taybetî jîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.
Di beşeke din ya civîna han de şanda Norwêcî piştgîriya xwe bo diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê li ser esasê cîhbicîh kiirna destûra bingehîn diyar kir û hêviya vê yekê jî xwest ku bilez dawî bi nakokî û aloziyên heyî were û her du alî xwe bo qonaxa piştî DIŞIê û awedan kirina welat amade bikin.
Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî tekez li ser helwesta Kurdistanê bo diyalog û danûstandinan kir û anî ziman ku bertekên Bexdayê yên li hember referanduma serxwebûna Kurdistanê bertekên nedestûrî ne û niyetxirabiya hin alî li Bexdayê ya li hember pergala destûrî û pergala siyasî ya niha a Îraqê îsbat dike.
Mesrûr Barzanî got: Ti encameke rêbazên leşkerî li hember Kurdistanê nabe beruvajî rewşa heyî aloztir dikin, jiber vê çendê lazime Bexda danûstandinên bêyî merc li ser esasê destûra bingehîn qebûl bike û tevahiya xalên destûrê jî cîhbicîh bike nabe Bexda tenê çend xalên ku şîrove kirina taybet bo xizmet kirina armancên aliyekî tên bikaranîn, cîhbicîh bike.
