• Thursday, 19 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Almanyayê daxwaz dike dema rahênankirina Pêşmerge dirêj bike

Gulan Media November 9, 2017 Nûçe
Wezîrê Derve yê Almanyayê daxwaz dike dema rahênankirina Pêşmerge dirêj bike
Wezîrê Derve yê Almanyayê daxwaz dike, dema rahênankirina leşkerî ya ku şêwirmendên leşkerî yên welatê wî bi hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dikin, bê dirêjkirin.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel ragihand, vekişandina hêzên wan ji Iraqê, tiştekî şaş e û metirsiyên şerê navxweyî li wî welatî zêde dike.

Sigmar Gabriel daxwaz ji parlemantoya welatê xwe kir, dema erkê şêwirmendên leşkerî yên Almanyayê li Herêma Kurdistanê dirêj bike û rahênankirina bi hêza Pêşmerge berdewam be.

Wezîrê Derve yê Almanyayê got, çendî çalakiyên navdewletî zêde bin, derfeta girjî û aloziyan kêmtir dike. Vekişandina hêzên wan jî amajeyeke şaş e ji aliyên nakok yên Iraqê re û dê nîşanê bide ku ew şer qebûl dikin.

Almanya ji piştî ragirtina rahênankirina leşkerî bi hêza Pêşmerge ji piştî birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê, di destpêka meha borî ve dest bi rahênankirinê kir.

Nêzîkî 150 şêwirmendên leşkerî yên Almanyayê li Herêma Kurdistanê ne û rahênankirina leşkerî bi hêza Pêşmerge dikin.

K24
Top