‘Ebadî: Dê pêdaçûnê di jimareya fermanberên Herêmê da bikeyîn
Heyder ‘Ebadî serokwezîrên Îraqê îro di pirêskonferansê xwe yê heftîyane de eşkera kir; Hikumeta Îraqê bi dana mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û mûçeyên hêzên Pêşmergey pêgîre lê li destipêkê pêdivîye hikumeta Îraqê pêdaçûnê di hemû lîstên fermanberên Herêmê de bike û ji jimareya wan piştrast be.
Derbarey pereyê cotkarên Herêmê yên di salên bûrî da hikumeta Îraqê nedayîn, ‘Ebadî got: Civata wezîrên Îraqê dana pereyê genimê 3 salên bûrî yê cotkarên Herêmê pesend kirîye.
Derbarey hatina hêzên Îraqî ji bo deverên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê ‘Eebadî amaje kir; Polîsên fîdral erkê xwe bicih anîye û hemû deverên ku pêdivî bû biçinê niha li bin kontirola wanin.
Waar.tv
