• Thursday, 19 February 2026
logo

Nuceyfî daxwaz ji Amerîka dike Suneyan biçek bike

Gulan Media November 8, 2017 Nûçe
Nuceyfî daxwaz ji Amerîka dike Suneyan biçek bike
Cîgirê Serokomarê Iraqê Osama Nuceyfî bi armanca biçekirina Suneyan, zêdekirina hêzên Amerîkî li Iraqê û bihêzkirina pêgeha xwe di hilbijartinên bê yên Iraqê de serdana Amerîka kiriye.

Rojnameya “El-Şerq El-Ewset” a Londonî belav kiriye, Osama Nuceyfî daxwaz ji rêveberiya Amerîka kiriye çekên pêwîst bide Sunyên Iraqê û dawaz ji Serokê Amerîka Donalt Trump kiriye soza nehêtina hejmûna Îranê li Iraqê bicih bîne.

Rojnamê nivîsiye, Nuceyfî hevdîtin ligel Wezareta Derve ya Amerîka û çend berpirsên din kiriye, ji bo pêgeha xwe di hilbijartinên bê yên Iraqê de bihêz bike û daxwaz kiriye jî Amerîka çekan bide Suneyên Iraqê û rahênankirina leşkerî jî pê bike.

Osama Nuceyfî ku cîgirê Serokomarê Iraqê ye û birayê wî jî Esîl Nuceyfî serperiştiya grûpeke leşkerî bi navê “Pasdarên Neynewa” dike, ji du salan ve daxwaz ji Amerîka dikin, hêzeke wan a ji 10 hezar çekdar pêk tê, biçek bikin.

Basnews
Top