• Thursday, 19 February 2026
logo

Siûdî û Îran li ber deriyê şer in

Gulan Media November 8, 2017 Nûçe
Siûdî û Îran li ber deriyê şer in
Piştî dest ji karkişandina Serokwezîrê Lûbnanê û daxuyaniyên wî yên li ser Îranê û herwiha ji aliyê Hussiyên Yemenê ve bi mûşekên balîstîk êrîşa li ser Riyaza paytexta Siûdî, aloziyên di navbera Îran û Erebîstana Siûdî de zêdetir bûne.

Niha li ser navnîşanên torên civakî, di navbera herdu aliyan de şerekî bi wekalet û devjeniyek tund heye.

Mûşekekî balîstîkî yê çekdarê Hussiyan, ku avêtine Firokexaneya Navdewletî ya Melîk Xalid a Riyazê, têrê kir ku qeyrana xetimî ya di navbera Îran û Erebîstana Siûdî de derbixe asteke bilindtir.

Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî Adil Cubeyr li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya twitterê de ragihand: “Terora Îranê berdewam dike, kesên bê tawan ditirsîne, zarokan dikuje û yasayên navdewletî binpê dike. Roj bi roj jî zelal dibe, ku mîlîsên Hussî amrazekî terorîstî ye ji b o wêrankirina Yemenê.”

Li hember van daxuyaniyan Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi twîttê bersiv da hempîşeyê xwe yê Siûdî û got: “Bombebaranên Siûdiyê Yemenê perçe dike. Bi hezaran kesên bê tawan û zarokan jî dikuje. Siûdî li Yemenê kolera û birçîbûnê belav dike lê gumana van hemûyan jî dixe stûyê Îranê.”

Qeyrana di navbera herdu welatan de, piştî dest ji kar kişandina serokwezîrê Lûbnanê Seed Herîrî û gotinên wî yên tund ên li dijî Îranê, gur bû.

Herîrî di peyama xwe de Îran bi fîtnebaziya li herêmê, bi hêza çek sepandina serweriya xwe û têkdana cîhana erebî, tometbar kir.

Herdem tê gotin, ku li Lûbnanê du dewlet hene. Yek ji wan dewleta fermî ye, serokwezîrê wê ji mezheba sunnî ye û yê din jî dewleta veşartî ye, çalak e, li pişt perde kar dike û serokatiya wê jî Hizbullaha Lûbnanê dike.

Riyaz piştgiriyê dide serokwezîrtiya Lûbnanê û desthilata Hizbûllaha Lûbnanê jî bi rêya Wîlayeta Feqî ya Îranê ve tê peyadekirin.

Daxuyaniyên tund ên berpirsên herdu welatan ên li hember hev jî berdewam dikin.

Fermandeyê Supaya Pasdarên Îranê Mihemed Elî Ceferî dibêje: “Tişta ku Siûdî li Yemenê dike, şerekî bi hovî ye û di siyasetê de ti encama wê nabe.”

Herwiha Sekreterê Encûmena Destnîşankirina Berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê Mûhsin Rezayî jî diyar dike: “Siûdî bi serkêşiyeke dînatî ya herêmî ve mijûl e, ku dikare herêmê bibe nav aloziyên mezintir.”

Gef û tometbariyên herdu welatan ên li dijî hev, egera pevçûna leşkerî ya herdu aliyan de zêdetir dike. Dibe Lûbnan û Hîzbûllah bibin gera yekemîn a şerê herdu aliyan.

Rudaw
Top