Heyder Ebadî li ser pêşneyara Ala Talabanî hêza zêdetir rêdike Kerkûkê!
Endama encûmena nûnerên Iraqê Perîwan Xeylanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew navçeyên naha milîsên heşdî şeibî tê de ne, li dervey destûra Iraqê kar bo rêkirina hêz bo wan cîha tê kirin. Ji ber ew navçeyane ku wek cîhên nakok hatine pênase kirin û divê bi hevbeşî bên rêvebirin. Lê Bexda binpê kirina destûrê dike. ‘’
Perîwan Xeylanî aşkera kir, lijneya berevaniya parlamentoya Iraqê behsa wê yekê kirine ku Heyder Ebadî amadekarî kiriye bo rêkirina hêza zêdetir ji Kerkûkê re û ev yek jî li ser pêşneyara du parlamenterên kurd ku yek ji wan Ala Talabanî ye daxwaz ji Bexdayê kiriye pêkhatiye.
Herwaha got: ‘’Naha li ser pêşneyara Ala Talabanî hêza zêdetir ji Kerkûkê re diçe. Ji bo vê jî divê YNK li ser vê daxuyaniyekê bide.’’
Daxwaza Ala Talabanî ya ji bo rêkirina hêza zêdetir a Iraqê ji Kerkûkê re, rastî demekê tê ku parêzgehê heşdî şeibî yê Kerkûkê danîne, heman daxwaz li Ebadî kiribû û armanc jî pêkanîna gohertinên zêdetir ên demografik li Kerkûkê ye.
Basnews
