Muqteda Sedir daxwaz ji grûpa xwe dike ji Kerkûkê derkeve
Muqteda Sedir di nameyê de, daxwaz ji grûpa Seraya Selam dike tevahiya baregehên li Kerkûkê bigire û dosyên ewlehiyê li parêzgeha Kerkûkê û parêzgehên din radestî hêzên ewlehiya bibin.
Di destpêka vê hefteyê de, du teqînên xwekujî li pêş baregeha Seraya Selam a ser bi Tebgera Sedir ve li Kerkûkê rû dan û di encamê de nêzîkî 20 kesan hatin kuştin.
Piştî ku roja 16ê Cotmehê, çend berpirsên aliyekî siyasî parêzgeha Kerkûkê radesî Heşda Şeibî kirin, rewşa ewlehiyê li bajêr aloz bûye û ta niha jî asayî nebûye.
Ji ber êrîşên mîlîşyayên Heşda Şeibî li ser bajarê Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, zêdetir ji 180 hezar welatiyên Kurd yên wan navçeyan koçberî Hewlêr û Silêmaniyê bûne û ta niha nikarin vegerin ser mal û milkên xwe.
K24
