• Thursday, 19 February 2026
logo

Parêzgehên Kurdistanê bi 6 xalan bersiva Bexdayê dan

Gulan Media November 6, 2017 Nûçe
Parêzgehên Kurdistanê bi 6 xalan bersiva Bexdayê dan
Di bersiva destpêşxeriya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de ya bo şandina mûçeyên fermanberên Kurdistanê, encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke hevbeş de daxwaz kirin, ku Bexda li ser sîstema bayometriyê pere ji Herêma Kurdistanê re bişîne.

Serokatiya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, roja 05.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, digel walîyan û serokên civatên wîlayetan û serokên îdareyên herîmiyên Herêma Kurdistanê civiyan.

Di civînê de, rola walîyan, civatên wîlayetan û îdareyên herêmî di rêvebirina karûbarên welatiyan û rûbirûbûna pirsgirêk û kirîzan de bilind hat nirxandin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku yekrêz û hevkarîya wîlayetan û civatên wan dgel saziyên peywendîdarên hikûmet û wezaretan rêya herî baş ya derbaskirina rewşa dijwara niha Herêma Kurdistanê tê de derbas dibe ye.

Beşdarên civînê di wê baweriyê de bûn ku siyaseta hikûmeta Îraqa Federal bizelalî eşkereye ku dixwaze qewareya destûriya Herêma Kurdistanê hilweşîne û çênabe biryarên nedestûriyên hikûmeta Îraqa Fedeal bandorê li wîlayet û civatên wîlayetan bike. Biryarên bi vî awayî û ev awayê miamilekirina ku îro hikûmeta Federal bi Herêma Kurdistanê re dike, çênabe bibe hokarê jihevdûrketin û diruskirina pirsgirêkan di navbera weîlayetên herêma Kurdistan û hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

Di civînê de rewşa miaşgirên Herêma Kurdistanê û xebatên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo dabînkirina miaş û şayîsteyên darayê gotûbêj kir û tekêd kir ku ya ku hikûmeta Îraqa Federal li hember dabînkirina miaşê wîlayetan dibêje, ji piropagendeya siyasî ne tiştek dine û baştirîn belge jî reşnivîsa budceya Îraqê a sala 2018ê ye ku pişka budceya Herêma Kurdistanê diyar kiriye ku têra wîlayetekê bi tenê jî nake û bi vê siyasetê hikûmeta Îraqê dixwaze duberekiyê di navbera wîlayetan û hikûmeta Herêma Kurdistanê de çêke.

Rudaw
Top