• Thursday, 19 February 2026
logo

Iraq tevahiya postên emnî li Kekrûkê diguherîne

Gulan Media November 5, 2017 Nûçe
Iraq tevahiya postên emnî li Kekrûkê diguherîne
Biryar e komîteyeke wezareta navxwe ya Iraqê serdana parêzgeha Kerkûkê bike û guhertinan di tevahiya postên emnî yên parêzgehê de bike.

Berpirs di Bereya Turkmanî de Mihemed Sem'an ragihand, wê postên emnî bên hilweşandin û dubar e li ser bingeha rêjeya 32% ji her pêkhateyekê re wê bên dabeşkirin.

Piştî êrîşên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê, li ser navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê û ketina Kerkûkê di 16ê Cotmeha derbasbûyî de û radestkirina wî bajarî ji bo Heşda Şeibî û artêşa Iraqê, ji aliyê çend berpirsên partiyeke siyasî ve, rewşa wî bajarî aloz bûye û bi sedema nakokiyan, bêtirê 180 hezar welatiyê Kurd mişext bûne.

Tevî ku serjimêriya sala 1957an tekez kir ku rêjeya pêkhata Kurd li parêzgeha Kerkûkê piranî ye û 48% ji tevahiya pêkhatên cuda yên wê parêzgehê pêk tîne, lê piştî ketina rêjîma Sedam û li ser pêşnyara serokê koçkirî yê Iraqê Celal Talebanî, biryar hat stendin ku postên parêzgeha Kerkûkê li ser bingeha 32% ji bo her pêkhateyeke netewî li nav wî bajarî bê dabeşkirin.

K24
Top