• Thursday, 19 February 2026
logo

Israîl amade ye rastî hevpeymanên Îranê bê

Gulan Media November 5, 2017 Nûçe
Israîl amade ye rastî hevpeymanên Îranê bê
Di daxuyaniyekê de derbarê destjikarkişana serokwezîrê Lubnanê Seed Herîrî û guvaş û hejmûna Îranê li pişt wî karî, wezîrê berevaniya Israîlê Avigdor Lieberman ragihand: "Israîl rê nade mihwerê Îranî li ser sînorê bakurê Israîl hêzên xwe rêk bixe."

Lieberman got: "Artêşa Israîl amade ye rastî hevpeymanên Îran bê, Hizbullaha Lubnanî û Îran Lubnan xistine bin destê xwe de û dest jikarkêşana Seed Herîrî vê yekê piştrast dike."

Navhatî diyar kir: "Mihwerê Îranê cihê dilgiranî metirsiyê ye û li nav Sûrya û Lubnanê kar dike, vê dawiyê karta Xezze jî kontrol kirin û niha pêwendî di navbera Tevgera Hemas û Îran û Cîhada Islamî de bihêz bû ye."

K24
Top