Beşar Esed: Rê bi ti îdareyên serbixwe yên Kurdan nadeyîn
Li gorî rojnameya Exbar ya Lobnanî Beşar Esedî di kombûneka nihênî ya di gel şandeka Amerîkayê da ragihandîye ku hikumet rê nade ti pişikên welatî bikevin li bin desthelata Amerîka yan jî Tirkiyê yan her welatekê din û bi temamî dirustkirina devereka cuda ji bo Kurdan retdiken û ew amadenînin danûstandinê jî li dor mafê otonoumîyê ji bo Kurdan biken.
Got jî: Ew deverên niha Kurd li ser dijîn, deverên Sûrîyê ne û ti taybetmendî nîne taku bikene devereka otonomî.
Ev di demekî daye ku duh hêzên rijêmê kontirolkirina temama bajarê Dêrezûrê ragihandibû û li gorî mîdyayên Sûrî supa bi hemahengî di gel hevpeymanên xwe, dê dest bi sepandina desthelatê li hemû deveran biken.
Waar.tv
