Cibûrî daxwaza vegera parlemanterên PDKê ji parlemantoyê re dike
Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî di civîna ligel beşek ji parlemanterên PDKê de diyar kir, take rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û destpêkirina guftûgoyan, vegera parlemanterên PDKê ji rûniştinên parlemantoyê re ye, ku girîng e jî ji bo daxwaza mafên xwe bikin.
Cibûrî ragihand, qonaxa niha ya Iraq tê re derbas dibe, pêwîstiya wê bi aramiyê heye, ji bo rûpeleke nû ya pêwendiyan di navbera Bexda û Hewlêrê de dest pê bike.
K24
