• Thursday, 19 February 2026
logo

Pûtîn li Tahranê ye: Rûsya wê xeteke ku petrola Îranê bighîne Hindistanê avabike.

Gulan Media November 2, 2017 Nûçe
Pûtîn li Tahranê ye: Rûsya wê xeteke ku petrola Îranê bighîne Hindistanê avabike.
Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Pûtîn, di serdemeke ku peymana nukleerî ya Îranê ji ber destûrnedana Serokê Amerîkayê Trump ketiye xetereyê de çû Tahranê. Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Aleksandr Novak, diyarkir ku di navbera du dewletan de li ser avakirina xeteke ku xaza xwezayî ya Îranê bighîne Hindistanê peymanek dê were îmzekirin.

Pûtîn ji bo ziyareta ku dê rojekê bidome û dê bi rayedarên azerbaycan û Îranê re hevdîtinan pêkbîne dakete balafirxaneya Mîhrabad ya li Tehranê.
Di dema zîyareta 3. ya Pûtîn a ji bo vê dewletê Novak ji rojnamegeran re axifî û diyarkir ku di navbera du welatan de ji bo piştgirîkirina xeta xaza xwezayî ya 1200 kîlometroyî ku xaza Îranê bighîne Hindistanê dê peymaneke lihevkirinê were îmzekirin. Novak got ku: “Projê de bi beşdariya şîrketên ji Îran, Pakistan û Hindistanê were sepandin.”

Novak da zanîn ku wê li ser lîsteyeke qadên xazê bixebitin û planekê amade bikin û em hêvî dikin ku dê sala were dest bi danîna xetê bikin.

‘DÊ BIBE PROJEYEKE GELEKÎ BERFIREH”

Novak aşkere kir ku: “Ev dê bibe peymaneke di navbera wezîran de. Me li ser piştgirîkirina xeteke ku xazê ji Îranê bibe Hindistanê li hev kir. Wê bibe projeyeke berfireh ku Gazprom jî tê de cî digre. Gazprom li Iranê wê qadên hilberîna xazê û ji bo ku sewqiyat destpêbike jî wê bingeha pêwist ava bike.”
Her çi qasî Novak maliyeta projeyê diyar nekiribe jî, li gotinên we zêde kir ku dê maliyeteeke wê ya mezin hebe û di kendava Basrayê de beşeke xetê wê di jêr avê re biçe.Ziyareta Pûtîn a ji bo Tahranê di demekê wisa de ye ku, Serokê Amerîka Donald Trump destûr nade, peymana nukleerî a Îranê ku bi hêzên navneteweyî re îmzekiribû ketiye xetereyê de. Trump divê her serê 90 rojî carekê destûrê bide peymana ku di sala 2015an de hatibû îmzekirin. Piştî ku Trump di 15 Cotmehê de ev peyman îmzenekir, ji bo sepandina ambargoya li ser Îranê 60 roj mabû ji kongreyê re.

Putîn berî niha di Mijdara 2015an û 2007an de çûbû Îranê. Serokê rûsî li Îranê, li gel serokomarê Îranê Hesen Rûxanî tê payin ku b serokê olî Ayetulah Elî Xamaney re jî hevdîtinê pêkbîne.

Berî ziyareta Pûtin sererkanê Rûsyayê Valeriy Gerasîmov jî bi hevpîşedaşê xwê yê Îranî Muhamed Bakirî re li ser mijarên parastinê hevdîtin pêkanîbû. Ji hêla din ve, Trump red dike ku piştgiriya pemana nukleerî ya Îranê bike, lê Moskow jî li gel Îranê cî digre.

Waar.tv
Top