• Thursday, 19 February 2026
logo

Kemal Kerkûkî: Heşda Şebî amadekariya êrişek nû dike

Gulan Media November 2, 2017 Nûçe
Kemal Kerkûkî: Heşda Şebî amadekariya êrişek nû dike
Fermandarê Pêşmerge li eniya rojavayê Kerkûk Kemal Kerkûkî ragihand, fermandeyên Heşda Şebî ferman dane çekdarên xwe, xwe bo şerê li dijî Pêşmerge amade bikin.

Fermandeyê Pêşmerge li eniya rojavayê Kerkûk-Pirdê, Kemal Kerkûkî diyar kir ku ferman bo hêzên Iraqî û Heşda Şebî hatiye dayîn ku xwe bo şerê Pêşmerge amade bikin.

Kemal Kerkûkî her wiha got, em naxwazin şer derkeve lê eger wan êriş bikin Pêşmerge amade ye bersiv bide û mîna şerê Pirdê, Mexmûr û Zumarê li wan bike.

Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku ti kes û hêzek nikare gelê Kurdistanê teslîm bigire û got, çawa Sedam Husên bi dagîrkirina Kuwêtê rastî şikestinek mezin hat Iraq jî bi dagîrkirina deverên Kurdistanî dê rastî şikestinek mezin were.

Top