Parlamentoya Iraqê temenê xwe yê yasayî dirêj kir!
Îro 31.10.2017ê parlamentoya Iraqê civîna xwe ya asayî pêkanî û di civînê de vekirina binkeyên ewlehî yên hêzên Iraqê li Kerkûk û navçeyên pirsgirêk li ser ên din hate qedexe kirin.
Herwaha di civînê de bi piraniya dengên parlamenteran ve temenê yasayî yê vê dewrê parlamentoyê bo 30 rojan hate dirêj kirin.
Herwekî ku parlamentoyê biryar da, li Kerkûk û ew navçeyêne tenê hêzên federal ên Iraqê dikarin binkeyên xwe danên, ango milîsên heşdî şeibî pêwîste ji Kerkûkê derkevin û vegerin navçeyên xwe.
Basnews
