• Thursday, 19 February 2026
logo

Silêmanî.. Teqe li baregehê liqa 4 a PDKê hat kirin

Gulan Media October 31, 2017 Nûçe
Silêmanî.. Teqe li baregehê liqa 4 a PDKê hat kirin
Careka din li bajarê Silêmaniyê destdirêjî liser baregehên Parta Dîmokrata Kurdistanê hat kirin piştî teqe li baregehê liqa 4 hatî kirin.
Li gorî zanyarîyên WAAR şevêdî direng hinek çekdarên nenyas teqe li baregehê liqa 4 a PDKê li Silêmaniyê kirin, bêy ku ti zîyaneka gîyanî hebe, hevdem teqe li baregehê rêkixraweka PDKê jî hat kirin.
Polîsên Silêmanîyê dest bi lêkolînê di vê bûyerê da kirîne û ta niha çi bergumanek nehatîye desteser kirin.
Li destipêka îsal jî baregehê civata serkirdatîya PDKê li Silêmanîyê ketibû ber êrişekê û zîyanên maddî û gîyanî vê ketibûn.

Waar.tv
Top