• Thursday, 19 February 2026
logo

Polîsên Kerkûkê vedigerin ser karê xwe

Gulan Media October 30, 2017 Nûçe
Polîsên Kerkûkê vedigerin ser karê xwe
Hat ragihandin ku îro duşemê efser û polîsên awarebûnê dê vegerin li ser karê xwe.

Rêveberê Polîsên Nahiye û Navçeyên Kerkûkê Serhad Qadîr ji Rûdawê re ragihanda efeser û polîsên ji ber êrişên Heşda Şeibî û hêzn iraqî aware bûne îro duşemê 30ê cotmehê 2017an vedigerin ser peywira xwe.

Emîd Serhad Qadîr wiha got: “Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe ya Iraqê li ser vegera efser û polîsên Kerkûkê ên neçar bûne aware bibin lihev kirine.”

Bi gotina Rêveberê Polîsên Nahiye û Navçeyên Kerkûkê piştî vê rêkeftinê îro dê 263 efser û polîsên Kerkûkê vegerin bajarên xwe û dest bi karên xwe bikin.

Serhad Qadîr behsa wê yekê jî kir ku efeser û polîsên çek û otomobîlên fermî ligel xwe birine divê ligel xwe vegerînin û biryara vê yekê jî di rêkeftina navborî de hate dayîn.

Roja duşêma16ê cotmeha 2017ê çekdarên Heşda Şeibî û hêzên iraqî bi piştevaniya Supaya Pasdaran a îranî bi çekên giran êrişî Kerkûkê kiribûn û bajêr kontrol kirin û bi hezaran sivîl û hêzên ewlehiyê bajêr terk kiribûn.

Rudaw
Top