• Thursday, 19 February 2026
logo

Ji cîhanê piştgirî bo Kurdan!

Gulan Media October 30, 2017 Nûçe
Ji cîhanê piştgirî bo Kurdan!
Herêma Kurdistanê ku di herêmeke mîna Rojhilata Navîn de weke cihekî aram û pêkvejiyaneke xurt lê heye, bûye sîwan ji kesên ku ji şer direvin re, derdikeve pêş. Herwiha ne tenê di warê aramî û hizûrê de, di warê siyaset û dîplomasiyê de jî Herêma Kurdistanê xwe îspat kir û nîşan da. Lêbelê ev heyamek e ev dever ketiye bin zext û fişareke mezin a hêzên herêmî. Ev zext û fişarên li ser Kurdistanê piştî encamdana referandûmê derbasî qonaxeke din bûn û van hêzên ku gef li Kurdistanê dixwarin bi destê rêxistineke paramîlîter midaxeleyî xaka Kurdistanê kirin û di serî de Kerkûk ku weke dilê Kurdistanê tê zanîn, ew deverên din ên ‘nakok’ dagirkirin.

Bi destpêkirina vê dagirkirin û êrişên li ser Kurdistanê ku serkêşiya wê Îran dike, helwesta hêzên navdewletî dihat meraqkirin. Lêbelê ew cîhana ku di dema şerê DAIŞê de tim piştgiriya xwe ji Kurdan re nîşan didan, di destêpêka êrişan de bêdeng ma û ev gelek hat rexnekirin. Ji ber ku gelê Kurd û Kurdistanê ji bo parastina rumeta mirovahiyê têkoşîn û şerekî gelekî mezin bi rêxistineke weke DAIŞê re kir û ew rêxistin têkşikand. Ji ber wê yekê dihat gotin ku deynekî wefayê yê cîhanê heye li hemberî Kurdan.

Piştî ku êrişên li ser Kurdistanê zêde bûn û ew cîhana ku di destpêkê de bêdeng bû bi dîtîna rastiyê dengê xwe derxist û bertek nîşan da. Roj li pey rojê dengê hêzên navdewletî li hemberî êrişên li ser Kurdistanê bilind dibe û gelek berpirs, kesayet û nunerên dewletan li hemberî dagirkirin û êrişên li ser Kurdistanê bertekên xwe tînin ziman û banga alîkariyê ji bo Kurdan dikin. Jibilî wê hin welatan alîkariyên xwe yên leşkerî bo Îraqê rawestandin û êrişên li ser Kurdistanê niha di rojeva cîhanê de ne. Gelek nûnerên welatan ragihandin ku divê êrişên li ser Kurdan û Kurdistanê werin rawestandin ku Kurd hevpeymanê wan ê stratejîk e û di şer û şikandina DAIŞê de roleke sereke lîstiye.

DYA di dewrê de ye

Wezîrê Derve yê DYAyê Rex Tillerson piştî gera xwe ya Rojhilata Navîn li Cenevrê axivî. Tillerson diyar kir ku wî bi riya telefonê hevdîtineke dirêj bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re kiriye û got ku wî bang li Ebadî jî kiriye ku pêşniyazên Herêma Kurdistanê yên ji bo çareserkirina krîzê qebûl bike û herdu alî rûnin ser maseya diyalogê. Tillerson herwiha ragihand ku divê Îraq îradeya xwe nîşan bide û tenê li ser lingên xwe raweste û derfeta midaxeleyê nede Îranê. Îran piştgiriya terorîzma li herêmê dike. Ew ê muayîdeyên dijwar li dijî Îranê pêk bînin.

“Divê DYA piştgiriya Kurdan bike”

Senatorê Amerîkî De Santîs jî ragihand ku divê Amerîka piştgiriyê bide Kurdan ku tekane mutefîkê me ne, di herêmê de. De Santîs herwiha diyar kir divê Amerîka li dijî Îraq û Îranê piştgiriya Kurdan bike.

Endamê Meclîsa Nûneran a DYAyê Jim Cooper jî daxuyaniyek da û êrişên li ser Kurdan şermezar kirin. Cooper herwiha got, “Kurd parastin û ewlekariyê heq dikin. Divê herkes bi DAIŞê re şer bike ne bi Kurdan re.”

Kanadayê alîkariya leşkerî bo Îraqê rawestand

Berdevkê Wezareta Bergiriyê yê Kanadayê Daniel Le Bouthillier, ragihand ku wan alîkariyên leşkerî yên ji bi Îraqê re rawestandine û diyar kir ku heta aloziya li wê herêmê venemire û zelaliyeke çênebe ew alîkariyên leşkerî nadin dest pê kirin.

Almanya; wê perwerde û alîkariya bo Pêşmerge berdewam bike

Wezîrê Derve yê Almanyayê diyar kir ku wan ji Serokwezîrê Îraqê Heyder îbadî re ragihandiye ku kêşe bi rêbazên leşkerî çareser nabin û ew vebêjêrka leşkerî qebûl nakin.” Li hêla din Almanyayê ku ragihandibû wan rahênan û alîkariya lojîstîkî ya bo Pêşmerge rawestandiye, ji vê biryara xwe vegeriya û eşkere kir ku ew ê perwerde û alîkariyên xwe yên ji bo Pêşmerge berdewam bikin.

Erebîstana Siûdî jî diyar kir ku ew destpêşxeriya Hewlêrê ya ji bo çareserkirina kêşeyan bi erênî pêşwazî dikin û bang li Bexdayê kir ku were ser maseya diyalogê.

“Civaka navdewletî niha baştir tê digihije”

Çavdêrê Siyasî Bedir Şerokî li ser helwesta civaka navdewletî ya li hemberî Herêma Kurdistanê radigihîne ku komalgeha navdewletî piştî ku şerê DAIŞê bidawî bû, wan di şerê li dijî DAIŞê de û piştevaniya wan jî di vê çarçovê de bo Kurdan hebû, ne di çarçova pirsa netewî ya Kurdî de bû. Lê piştî şerê Heşda Şeibî siyaseta navdewletî rastî rawestanekê hat, nikarî şaşî û rastiyê ji hev cuda bike û wiha pê de diçe: “Berxwedana Pêşmergên Kurdistanê di van çend rojên dawîn de zelalbûna siyaseta Kurdî li hemberî Îranî, rê vekir ku civaka navdewletî pêdagiriyekê bi siyaseta xwe de bike û formatekê biavêje siyaseta xwe. Li Kurdistanê weke herêmeke jeopolîtîk niha şerê hejmuniya welatên mezin e.Niha metirsiya emperyalîzmeke mezin a Şîe-mezhebî li herêmê heye. Li aliyê din Herêma Kurdistanê bi erdnigariya xwe dikare rê li ber ew hizra emperyalî ya Şîe bigire.” Şerokî dibêje, Amerîkî û rojavayî di bin tirsa terorîzma DAIŞê de nikaribûn wê meselê baş bibînin û gotinên xwe wiha bidawî dike: “Ji ber wê yekê piştî berxwedena Pêşmerge, karîn siyaseta xwe zelal bikin û baştir di pirsên li herêmê rûdidin têbigihijin. Û niha xwe yekla dikin eger piştgiriyeke rasteqîn bo mesela Kurdan a netewî nekin jî, lê nebin hokar ku desthilata emperyalî ya şîe bi ser herêmê de bê sepandin û belav bibe.”

“Divê hêzên navdewletî bêdeng nemînin”

Rojnameger û Çavdêrê Siyasî Dilşad Mistefa Wesanî di derbarê helwest û peyamên piştgiriyê yên civaka navdewletî bo Herêma Kurdistanê dibêje: “16ê Cotmehê wan ragihandin ku rêkeftinek çêbûye di navbera Kurdan û Hêzên Îraqî de, lê di rastiyê de ew rêkeftin di navbera baskek û Ebadî de bû ku tifaqek kirin û Kerkûk radestî Heşdî Şeibî kirin. Giliya xelkê Kurdistanê li civaka navdewletî heye ku bêdeng bûn li hemberî êrişên li ser Kurdistanê. Li Kerkûkê tifaqeke qirêj hat kirin di navbera hin aliyên Kurdî û Îran û Îraqê de. Niha Amerîka û hêzên din daxwaza wê yekê dikin ku Heşda Şeibî li herêmê nemîne. Dîsa Amerîka hewl dide şer rawestîne. Divê hêzên navdewletî li hemberî êrişên li ser Kurdan bêdeng nemînin. Niha Îran bi hemû hêza xwe êrişî Kurdistanê dike. Hikûmeta Îraqê hikûmeteke kartonî ye û her tişt di bin serweriya Îranê de ye. Metirsiyeke mezin heye. ”

“Barzanî xwedîtecrûbe, rûmet, siyaset û dîplomasiyeke mezin e”

Wesanî di berdewamiya axaftina xwe de di derbarê rola Serokê Herêma Kurdistanê jî radigihîne ku pêdiviya Kurdistanê bi Serok Barzanî heye û wiha pê de diçe: “Serok Barzanî berî niha gelek caran anî ziman ku ew naxwaze bimîne, lê rewşa niha pêdivî bi Serok Barzanî heye ku li ser postê serokatiyê bimîne. Niha li herêmê rewşeke dijwar heye li hemberî Kurdan. Heşdî Şeibî û Îran bi awayekî yekser li dijî Kurdistanê di nav şerekî de ne Mesûd Barzanî niha Serok û fermandarî giştî yê Pêşmergeyan e û di vê rewşa dijwar de pêdiviyeke mezin bi Serok Barzanî heye. Ew bi xwe nexwaze jî zarûrî ye ku li ser kar bimîne. Xwedî tecrûbe, rumet, siyaset û dîplomasiyeke navdewletî ya mezin e.”

“Helwesta hêzên navdewletî roj bi roj diguhere”

Çavdêrê siyasî û fermandeyê leşkerî Berkê Berzincî jî di derbarê helwesta hêzên cîhanî û êrişên li ser Herêma Kurdistanê radigihîne ku roj bi roj helwesta zilhêzên cîhanî digûhere û axaftina xwe wiha didomîne: “Rojane helwesta komalgeha navdewletî diguhere. Hêzên navdewletî jî dizanin ku îradeya Îraqê teslîmî Îranê bûye. Amerîka jî ji rewşa herêmê agahdar e. Berxwedana Pêşmerge ya dawîn bandoreke girîng pêkanî. Tişta li Kerkûkê rû da di encama lîstikekê de bû li ser herêmê. Niha roj bi roj balansa hêzê diguhere. Amerîka her li gel berpirsên Kurdistanê di nav guftugoyan de ye. Moralê Pêşmerge jî bilind bûye. Bi berxwedana Pêşmerge û siyaseta Kurdistanê, Îraq û Îran li herêmê nagihin armancên xwe. Berzincî di derbarê rola Serok Barzanî de jî radgihîne ku serkirdayetiya siyasî ya Kurd hemû aliyan jî bi fermî daxwaz nekiriye ku Serok Barzanî dest ji karê xwe berde û dibêje: “Di vê rewşa heyî ez bawer nakim ku Serok Barzanî ji ser kar biçe an jî serdayetiya siyasî daxwazeke wiha bike. Serok Barzanî weke Pêşmergeyekî, weke rêberekî dikare vê proseyê birêve bibe. Girîng û zarûriye ku Serok Barzanî li ser karê xwe berdewam bike. Pêdiviyeke mezin pê heye.

“Amerîka û Îsraîl qebûl nakin”

Çavdêrê siyasî Karwan Ebdullah jî dibêje girîng e ku helwesta hêzên navdewletî biguhere û axaftina xwe wiha didomîne: “Guherîna helwesta hêzên navdewletî baş û girîng e. Plana hatiye danîn li ser Kurdistanê gelekî mezin e. Îran bi hêzeke mezin berê xwe daye Kurdistanê. Dewletên herêmê bi pêlanekî sêqolî polîtîkayên xwe birêve dibin. Rewş gelek aloz e. Yên ku niha diqewimin li Kurdistanê, vediguhere şerê Îran û Amerîkayê. Amerîka naxwaze destê Îranê li herêmê dirêj û bihêz be. Niha her tişt bi destê Îranê pêk tê li Îraqê.” Ebdullah radigihîne ku Amerîka helwesta xwe niha tund dike li hemberî Îranê. Ji ber wê yekê Îranê jî lez daye temamkirina plana xwe ya Xeta Şîe û êrişên giran tîne ser Kurdistanê û wiha pê de diçe: “Di wê çarçovê de hewl dide xalên sînorî ku gelek girîng û stratejîk in bi destê xwe ve bîne. Kurdistan jî vê yekê qebûl nake ev xal bikevin destê Îraqê. Ev xalên sînorî ji bo Amerîka, Îsraîlê û hêzên navdewletî yên din jî gelekî girîng in. Ji ber wê yekê ew vê yekê qebûl nakin. Eger ev der jî bikevin destê Îraqê Xeta Şîe ya Îranê temam dibe ku ev bi salan e ji bo temamkirina wê di nava liv û tevgerê de ye. Amerîka her tiştî dibîne û qebûl nake Îran ewqas bi hêsanî tevbigere.” Karwan Ebdullah di berdewamiya axaftina xwe de di derbarê niqaş û reşkirinên li ser Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de jî dibêje: “Serok Barzanî berî referandûmê jî her digot ku ew naxwaze li ser postê xwe bimîne. Lê gelo kesek heye ku li şûna Barzanî rûne? Niha rewş aloz e û şerekî giran heye li Kurdistanê. Niha dixwazin Kurdistanê vegerînin serdema Sedam Hisên. Dixwazin ji holê rakin Kurdistanê. Ji ber wê yekê tu kes naxwaze niha serok Barzanî dest ji karê xwe berde. Heta ku ev rewş bidawî nebe ev mijar nayê niqaşkirin jî. Serok Barzanî ji bo Kurdistan û herêmê kesaeyetekî girîng e û divê rewşa aloz de wê li ser postê xwe be.”

“Pêdiviya Kurdistan, herêm û cîhanê bi Serok Barzanî heye”

Li hêla din piştî ku beşeke xaka Kurdistanê bi hevkariya hin hêzên navxweyî, piştgiriya dewletên herêmî û bi destê rêxistineke paramîlîter hat dagirkirin, li dijî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kampanyayeke reşkerinê hat destpêkirin. Li gor agahiyên berdest di serî de Amerîka hêzên navdewletî ji bo ku Serok Barzanî li ser karê xwe berdewam bike ketine navberê û herwiha aliyên siyasî yên Kurdistanê jî dixwazin Serok Barzanî li karê xwe berdewam be ku xwedî roleke girîng, berbiçav û dîplomasiyeke xurt e di qada navdewletî de. Pispor, rojnameger û çavdêrên siyasî jî radigihînin ku taybet jî di vê heyama aloz de pêdiviya Kurdistanê û herêmê bi kesayetekî weke Serok Barzanî heye û divê li ser karê xwe berdewam be.


Basnews
Top