“Xewna Kurdistana serbixwe zindî ye û di dema hêrî nêzîk de ev dê pêk were.”
Necmedîn Kerîm di berdewamiya axaftina xwe de got: “Berî referandûmê xwepêşandanên piştevaniyê hebûn. Ti aliyekî siyasî negot em li dijî referandûmê ne û piştevaniya referandûmê dikirin. Ew kesên li dijî referandûmê bûn, nikarîn 2 hezar kes kom bikirana. Me dizanî metirsî heye. Çûna ber bi serxwebûnê ne hêsan e. Me pêşbînî dikir encamên cudabûna ji welatekî ku 100 sal in zilmê li me dike, dê her wiha be, lê me pêşbînî nedikir ku dostên me û ew kesên bi hev re bergîrî li welatê xwe û welatên din dikir di şerê li dijî DAIŞê de, biçe sengerê stemkaran û piştevaniya wan bike.”
Kerîm di dirêjiya axaftina xwe de got: “Ev referandûm pêwîst e her bigihîje armancên xwe. Me hin navçe ji dest dan yên ku wek navçeyên dagîrkirî têne hesibandin, ne ku kêşe li ser in. Me çendî daxwaz dikir ji piştî referandûmê guftûgoyê bikin, lê wan red kir, lê gelê biryara xwe da.”
Waar.tv
