• Thursday, 19 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê: Aramiyê biparêzin

Gulan Media October 30, 2017 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê: Aramiyê biparêzin
Dixuyê, îşev, li çend deveran li Herêma Kurdistanê hewildanên têkdan û bikaranîna şidetê çêbûne û wan bûyeran ji bo hevwelatiyan tirs çêkiriye.

Em daxwazê ji hêzên asayîş û polîs dikin kontirola rewşê bikin û rê nedin tu kiryarên nexwestek biqewimin û rêgiriyê li pêşiya êrîşên bo ser baregayên partiyan û saziyên hikûmî û siyasî bigirin.

Wisa dixuyê ku destekî têkder heye û dixwaze têkdan û tevlîheviyê çêke ku, em bi dijwarî şermezar dikin û hişdariyê didin ku her kesek hewilên têkdan û bikaranîna şidetê bide dê li gor yasayê bê cezakirin.

Em daxwazê ji hevwelatiyên xweştivê dikin ku vegerin malên xwe û aramiyê biparêzin, hevkarî û hevahengiyê bi hêzên emnî re bikin.

Serokatiya Civata wezîrên Herêma Kurdistanê
29.10.217


Top