• Thursday, 19 February 2026
logo

Rijêma Sûrîyê nikarî PYDê bi Otonomîyê razî bike

Gulan Media October 30, 2017 Nûçe
Rijêma Sûrîyê nikarî PYDê bi Otonomîyê razî bike
Rijêma sûrîyê ji bo peyedê Otonomê li rojavayê kurdistanê pêşnyaz kirîye li hemberî vekêşanê ji cihên di şerê navxwe dae kontirol kirî, lê peyedê ew pêşnyaza rijêmê ret kirîye û daxwaza federalîyê kirîye.
Ajansa enadolê ya tirkî eşkera kirîye ku rijêm û peyede li qamişlo civîyane û rijêmê amadeyî ya xwe ji bo nasandina desthelata peyedê li rojava û dana Otonomîyê diyar kirîye hemberî derketina peyedê ji wan deverên ku di şerê navxwe yê sûrîyê de kontirol kirî, lê peyedê ew yek ret kirîye.
Peyedê daxwaza fedearlîyê li sûrîyê kirîye û xwastîye li gorî wê xwasta wan destûrê sûryê bê rastvekirin, herdu alîy li dor wê yekê negehşitîn ti rêkketinan lê razîbûyne danûstanên pitir di paşerojê da biken.

Waar.tv
Top