Bi hezaran welatî ji bajar û bajarokên Kurdistanê bo piştgiriya Barzanî derketin xwepêşandanan
Îro, demijêr 8:00 êvarî bi hezaran kes ji bajarê Hewlêr, Dihok, Soran, Zaxo û çendîn deverên din ên herêma Kurdistanê li dijî biryarê û neqebûlkirina Barzanî ji posta serokatiyê rijiyan ser cadeyan.
Duh, serok Barzanî peyamek bo parlamentoya Kurdistanê rêkir û îro di civîna asayîya parlamentoyê ew peyam hate xwendin, piştî wê di peyameke vîdyoyî de Barzanî tekez kir ku, ew di posta xwe de weke serokê herêma Kurdistanê berdewam nabe û got ku, ew dê weke pêşmergeyek di nav cemawerê xwe de bergiriyê ji xaka welatê xwe re bike û destkefên Kurdistanê biparêze.
Basnews
