• Thursday, 19 February 2026
logo

Erebên sunneyên Kerkûkê: Ji ber heşdî şeibî em jî nikarin vegerin!

Gulan Media October 29, 2017 Nûçe
Erebên sunneyên Kerkûkê: Ji ber heşdî şeibî em jî nikarin vegerin!
Piştî dagir kirina bajarê Kerkûkê ya ji aliyê milîsên heşdî şeibî ve, naha ew çeteyên heşdî şeibî tundiyê li hember hemwelatiyan bikartînin.

Cîgirê berpirsê desteya serokê eşîrên erebên sunne li Kerkûkê Şêx Mesrûr Nacî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Erebên sunne yên Kerkûkê wek kurdan koçberî bajarên din ên herêma Kurdistanê bûn.’’

Şêx Mesrûr Nacî ragehand, çekdarên milîsên heşdî şeibî li hemû taxên Kerkûkê hene û tundiyê li hember hemwelatiyan bikartînin.

Şêx Mesrûr Nacî got, xelkê koçber bûne yên erebên sunne, nikarin vegerin Kerkûkê, ji ber milîsên heşdî şeibî bajar bi hemû awayan dagir kirine.

Rudaw
Top