Erebên sunneyên Kerkûkê: Ji ber heşdî şeibî em jî nikarin vegerin!
Cîgirê berpirsê desteya serokê eşîrên erebên sunne li Kerkûkê Şêx Mesrûr Nacî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Erebên sunne yên Kerkûkê wek kurdan koçberî bajarên din ên herêma Kurdistanê bûn.’’
Şêx Mesrûr Nacî ragehand, çekdarên milîsên heşdî şeibî li hemû taxên Kerkûkê hene û tundiyê li hember hemwelatiyan bikartînin.
Şêx Mesrûr Nacî got, xelkê koçber bûne yên erebên sunne, nikarin vegerin Kerkûkê, ji ber milîsên heşdî şeibî bajar bi hemû awayan dagir kirine.
Rudaw
