• Thursday, 19 February 2026
logo

Heşda Şeibî du xortên Kurd nebedî dike

Gulan Media October 29, 2017 Nûçe
Heşda Şeibî du xortên Kurd nebedî dike
Binpêkirinên Heşda Şeibî li navçeyên dagîrkirî berdewam in û şevê din jî girte ser malên 4 welatiyên Kurd û baregeha Hizba Şû'î ya Kurdistanê li Kerkûkê dagîr kir.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, ku ji aliyê jêdereke haydar ve bidest ketine, şevê din Heşda Şeibî girte ser malên gundê "Dûbzin"ê hesar li sînorê bajarokê Şiwan û tirs û stirêseke mezin li cem xelkê çêkir.

Tevî ku berpirsên nav bajarê Kerkûkê berdewam bangeşeya aramiyê jib o wî bajarî dikin, lê kesatî û sikirtêrên partiyên wan berpirsan malên xwe ji bo sînorê parêzgeha Silêmaniyê veguhestine.

Çekdarên Heşda Şeibî li qezaya Dûbiz jî girtin ser malên welatiyan û du xortên Kurd desteser kirin û heya niha kes ti zanyariyan li ser wan nizane û yek ji wan pêşmergeyekî YNKê bû.

Her di vê çarçoveyê de, hêzên artêşa Iraqê li taxa Tepe ya Kerkûkê, girtin ser baregeha Hizba Şû'î ya Kurdistan û baregeh dagîr kir û ji kadirên wê hizbê vala kir.

Roja 16ê vê mehê, bajarê Kerkûkê radestî çekdarên Heşda Şeibî hat kirin û parêzgarê wê yê hilbijartî hat dûrxistin û kesekî ji erebên sunne wek parêzgar hat destnîşankirin, heya niha jî bi sedema aloziya rewşê, endamên encûmena parêzgeha Kerkûk venegeriyane wî bajarî.

K24
Top