• Thursday, 19 February 2026
logo

Nazim Herkî: Barzanî pêşniyara dirêjkirina heyama serokatiya xwe qebûl nekir

Gulan Media October 29, 2017 Nûçe
Nazim Herkî: Barzanî pêşniyara dirêjkirina heyama serokatiya xwe qebûl nekir
Parlamenterekî Kurdistanê dibêje, Encumena Şûra ya Kurdistanê pêşniyar kiribû heyama serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî were dirêjkirin lê Barzanî qebûl nekir.

Parlamentoya Kurdistanê îro li ser mijara serokatiya Barzanî dicive. Li ser wê civînê, parlamenterê Kurdistanê Nazim Herkî ji BasNewsê re got, di civîna parlamentoyê de nameya Barzanî tê xwandin. Name ne nameya îstifakirinê ye, ji ber ku Barzanî tê de daxwaz kiriye desthilata Serok bi ser sê dezgehên Kurdistanê de were parvekirin: Serokatiya Hikûmetê, Serokatiya Parlamentoyê û Dadweriya Kurdistanê.

Nazim Herkî da zanîn ku Encumena Şûra ya Kurdistanê pêşiyar kiribû heyama serokatiya Barzanî were dirêjkirin lê Barzanî qebûl nekiribû.

Basnews
Top