Nazim Herkî: Barzanî pêşniyara dirêjkirina heyama serokatiya xwe qebûl nekir
Parlamentoya Kurdistanê îro li ser mijara serokatiya Barzanî dicive. Li ser wê civînê, parlamenterê Kurdistanê Nazim Herkî ji BasNewsê re got, di civîna parlamentoyê de nameya Barzanî tê xwandin. Name ne nameya îstifakirinê ye, ji ber ku Barzanî tê de daxwaz kiriye desthilata Serok bi ser sê dezgehên Kurdistanê de were parvekirin: Serokatiya Hikûmetê, Serokatiya Parlamentoyê û Dadweriya Kurdistanê.
Nazim Herkî da zanîn ku Encumena Şûra ya Kurdistanê pêşiyar kiribû heyama serokatiya Barzanî were dirêjkirin lê Barzanî qebûl nekiribû.
Basnews
