Seidî Pîre: Gotûbêjên herêma Kurdistanê û Iraqê derbarê madeya 140 de pêktê!
Berdevkê fermî yê YNKê Seidî Ehmed Pîre ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber ragehandina agirbesta şer di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, egereke zêde heye ku dawî bi tengezarî û aloziyên dinavbera herêma Kurdistanê û Bexdayê bên.’’
Berdevkê YNKê got, eger agirbesta artêşa Iraqê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bo rawestandina şer be, Bexda û herêma Kurdistanê dê bicivin û hemû welatên cîhanê piştevaniyê li helwêstê gelê kurd dikin. Bê guman bi dîtina gelê kurd ve ew agirbest bo rawestandina şer di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de ye.’’
Herwaha aşkera kir, eger dawî bi vî şerî bê anîn, Bexda û herêma Kurdistanê dê bicivin û bi rêya guftûgoyên rasterast ve çareseriyeke lezgîn bo vê rewşa naha dê bibînin û got: ‘’Yek ji babetê herî giring ê civîna Bexda û herêma Kurdistanê bi rêya madeya 140 ve Kerkûk vegerandina ser bi herêma Kurdistanê ye.’’
Seidî Pîre ji BasNewsê re ragehand: ‘’Êrîşên vê dawiyê yên artêşa Iraqê û heşdî şeibî ya ser hêzên Pêşmerge û kontrol kirina wan navçeyên ku salane hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi xwînê parastiye, li gel madeya 9 a destûra Iraqê ne guncaw bûye.’’
Basnews
