Îran – Di şewata parzûngeha petrolê de 6 karkirên kurd mirin
Duh agir bi parzûngeha petrolê ya “Tondgûyan” li nêzîkî bajarê Tehranê yê Îranê ket.
Li gorî agahiyan, di wê bûyerê de 6 karkirên kurd can dan û 4 karkir jî birîndar bûn.
Tevahiya karkirên kurd yên ku di wê bûyerê de mirine û birîndar bûne, xelkê bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê bûn.
Basnews
