• Thursday, 19 February 2026
logo

Îran – Di şewata parzûngeha petrolê de 6 karkirên kurd mirin

Gulan Media October 28, 2017 Nûçe
Îran – Di şewata parzûngeha petrolê de 6 karkirên kurd mirin
Agir bi parzûngeheka petrolê ya Îranê ket û di wê bûyerê de herî kêm 6 welatiyên kurd mirin.

Duh agir bi parzûngeha petrolê ya “Tondgûyan” li nêzîkî bajarê Tehranê yê Îranê ket.

Li gorî agahiyan, di wê bûyerê de 6 karkirên kurd can dan û 4 karkir jî birîndar bûn.

Tevahiya karkirên kurd yên ku di wê bûyerê de mirine û birîndar bûne, xelkê bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê bûn.

Basnews
Top